Serkirdeyekî ENKSê: Ti ferqa PYD û PKKê nîne loma danûstandinên me pêşve naçin
Berpirsekî ENKSê dibêje, PKK ji bilî xirabkariyê û çêkirina nakokiyan ti xêra wê ji gelê kurd re nebûye û PYD heman jî PKK ye çimkî ji aliyê PKKê ve hatiye çêkirin.
Berpirsê ENKSê li welatê Nemsa, Cumhe Îbrahîm ji BasNewsê re got, mirov nikare PKK û PYDê ji hev cuda bibîne ji ber ku PYD ji aliyê PKKê ve hatiye çêkirin. Tevahiya ferman û biryarên PYDê ji aliyê rêveberiya Qendîl ve tên dayîn. Ji ber wê jî ti cudahiyek di navbera wan de nîne.
Cumhe Îbrahîm her wiha got, ji ber rastiya han danûstandinên kurdî-kurdî li Rojavayê Kurdistanê bê encam dimîne. Ji ber PYD bi îradeya xwe biryar nade danûstandin pêşve naçin.
Wî berpirsê ENKSê li ser PKKê jî got, heta niha ti xêra PKKê bo gelê kurd nebûye, tenê karê wê xirabkarî û çêkirina nakokiyan bûye. PKK dijberiya hemû hêz û aliyên kurdî dike. Mînaka herî baş jî rewşa Şingalê ye. PKK li Şingalê xwe daye aliyê Heşda Şeibî da ku êrişî hikûmeta Kurdistanê bikin û Şingalê ji Kurdistanê veqetînin û bixin ser Bexdayê.
Bi gotina wî siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê, eger bi rastî PKK dixwaze xebat bike bila derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û li wir şer û xebat bike. Bila PKK dest ji siyaseta xwe ya xelet hilgire û pêşiya pêşketina kurdan û Herêma Kurdistanê nebe asteng.
Basnews
Basnews
