Armanca YNK, rêkeftinek hevseng ligel PDK ye
Derbarê rewşa Iraqê, serkirdayetiya Yekîtî radighîne ku, ji encamên krîza darayî û gendelî û şkestina projeyan, hejmarek ji xelkê parêzgehên başûrê Iraqê xwepêşandanan dikin. Wekî her tim jî, ew ligel mafên xelkê ne, lê di heman demê de jî, hemû destdirêjî li ser milkên giştî red dikin. Herwiha hêvîdar in, ev yek bibe waneyek ji hikûmeta bê ya Iraqê re.
K24
