“Hevkariya herdu welatan dibe ku jiyana bi sedhezaran mirov rizgar bike”
Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku qeyrana Sûriyeyê tevlihev e anî ziman ku hevkariya di navbera welatê wî û Rûsyayê dexwediyê wê potansiyelê ye ku jiyana bi sedhezaran mirov rizgar bike.”
Piştî xilasbûna lûtkeyê ya li Helsinkiya paytextê Fînlandiyayê Trump û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn civîneke hevpar a çapemeniyê li darxistin.
Trump di axaftina xwe ya di civînê de tekezî li wê yekê kir ku Amerîka û Rûsya bi mebesta hevkariya di tetbîqkirina berjewendiyên hevpar de pêdivê çareyan bibînin, herwiha dê diyaloga erênî him ji bo Amerîka û Rûsyayê, him jî ji bo hemî cîhanê baş be.
Trump bibîr xist ku têkiliyên di navbera herdu welatan de di asta herî xirap de ne û got, “Ez di wê fikrê de me ku ev rewş, çend seateke guheriye.”
– “Herdu welat xwediyê wê potansiyelê ne ku jiyana bi sedhezaran mirov rizgar bikin”
Trump derbarê Sûriyeyê de wiha got, “Qeyrana Sûriyeyê tevlihev e. Hevkariya herdu welatan xwediyê wê potansiyelê ye ku jiyana bi sedhezaran mirov rizgar bike. Emê nehêlin ku Îran li saheyê ji têkoşîna me ya serkeftî ya li dijî DEAŞê sûd wergire. Em wextî DEAŞê ji herêmê paqij bikin.”
– “Serok Pûtîn jî alîkariya Îsraîlê dike”
Trump derbarê Îsraîlê de got, “Serok Pûtîn jî alîkariya Îsraîlê dike. Em herdu jî digel Binyamîn Netenyahû axivîn, ew jî dixwazin di mijara Sûriyeyê de di warê asayişa Îsraîlê de tiştekî bikin”
Serokê Rûsyayê Pûtîn jî destnîşan kir ku hevdîtina wî ya digel Serokê Amerîkayê Trump ji bo başbûna têkiliyên dualî yên herdu welatan gava pêşî ye.
– “Me destwerdana hilbijartina li Amerîkayê nekiriye”
Pûtîn herwiha derbarê destwerdana Rûsyayê li hilbijartinên Amerîkayê got, “Rûsyayê, pêvajoya hilbijartinê jî tê de, ti carî destwerdana karê navxweyî yê Amerîkayê nekir û amadeyiya kirinê jî nake.
Piştî civîna dualî ya Trump û Putîn civîna navbera heyetan dest pê kir.
Waar.tv
