• Sunday, 21 June 2026
logo

Li Efrîn û Babê du teqînên xwekujî

Gulan Media January 14, 2022 Nûçe
Li Efrîn û Babê du teqînên xwekujî

Alozî û tevliheviyên li navçeyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ku Tirkiyê dagîr kirine, berdewam in û duh li Efrîn û Babê di heman demê de du teqînên xwekujî çêbûn.

Li gor zanyariyan, li Efrînê kesekî xwekuj li nêzîkî otombîla çekdarekî grûpa Ehrar el-Şam bi navê Mêmatî Qeşqûş, li pêşiya baregeha sereke ya Ehrar el-Şam li nêzîkî Çarrêyana Kawa li naverasta bajarê Efrînê, xwe teqand.

Ji aliyekî din ve û di heman demê de, li bajarê Babê kesekî din li pêşiya termînala wî bajarî xwe teqand.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî ve di teqînan de herdu kesên xwekuj jiyana xwe ji dest dane û sivîlek birîndar bûye, herwiha zirarên maddî gihîştin cihên derdorê.

Parêzgariya Hatayê jî ragihandiye ku di êrîşa xwekujî ya li Efrînê roja Pêncşembê derdora saet 18:00 pêk hatiye û di encama wê êrîşa xwekujî de 3 kes birîndar bûne.

Di daxuyaniya xwe de, Parêzgariya Hatayê wiha dibêje, “Di teqîna ku ji aliyê rêxistina terorê ya çekdar ve li Xaçerêya Efrînê Zeytîndalî (Çiqlê Zeytûnê) wek êrîşeke xwekujî hat dîtin, li gor tespîtên ewil 3 sivîl birîndar bûn û li nexweşxaneyên derdorê tên dermankirin. Yekîneyên bicihanîna qanûnê yên herêmî ku di bin koordînasyona parêzgariya me de xizmetên şêwirmendiyê dikin, bi koordînasyona pêwîst bi rayedarên edlî re di derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.”

Her duh sibehê, mayînek bi otombîla Serokê Beşa Disiplînê ya Polîsên Leşkerî de teqiya, û di encamê de Mihemed Ebûd ku serokê beşa Disiplînê ye, û 3 çekdarên din hatin kuştin.

 

 

Rudaw

Top