Serokwezîr spasiya Almanyayê dike
dibêje ev biryar bo şerê dijî terorê gelek girînge.
Li ser twitterê peyamek weşandiye.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê biryara hikûmeta Almanyayê ya derbarê dirêj kirina dema mayîna leşkerên Almanî li Kurdistan û Îraqê de li ser twitterê peyamek weşand.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Ev biryar biryareke gelek girînge, hevkar dibe bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê û em spasiya hikûmeta Almanyayê dikin.
Weke tê zanîn duhê bişev Almanya biryar da ku dema mayîna hêzên xwe li Îraq û Kurdistanê dirêj bike.
Niha 500 leşkerên Almanî li Kurdistanê de hene.
