• Tuesday, 17 February 2026
logo

Encûmena Gelên di Bin Gefê de: Li Efrînê pakirina etnîkî tê kirin

Encûmena Gelên di Bin Gefê de: Li Efrînê pakirina etnîkî tê kirin
Rêxistineke Almanî dibêje, Tirkiye li Efrînê li dijî Kurd û grûpên Kurdî şer dike û yek ziman û yek mezhebê jî li xelkê wî bajarî disepîne.

Encûmena Gelên di Bin Gefê de, ku rêxistineke navdewletî ye raportek derbarê rewşa Efrînê de belav kir û tê de hat, dema Efrîn hat dagîrkirin, rasterast hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar tabloyên bi zimanê Kurdî ji nava bajêr rakirin û xwendina bi zimanê Kurdî qedexe kir.

Amaje bi wê yekê kir, li Efrînê ji bilî Misilmanan, Êzidî, Elewî û Xiristiyanî hebûn, lê ew neçar bûn ku ji Efrînê derkevin û niha ew lê nemane.

Li gor zanyariyên wê Encûmenê, tenê di vê mehê de 120 welatî hatine revandin û 7 welatî jî hatine kuştin, ev ji bilî ku bi berdewamî mal û milkên welatiyan tên dizîn û talankirin.

Encûmena Gelên di Bin Gefê de tekez kir, li Efrînê û derdora wê grûpên tundrew pakirina etnîkî encam didin û yek zimanî û yek mezhebî bi ser xelkê de disepînin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve piştî şerê nêzîkî du mehan di 18ê Adara bûrî de dagîr kirin, ji wê demê ve jî ji bilî dizî û talanê, bi sedan welatiyên Efrînê tên revandin û eşkencedan û kuştin.

K24
Top