Operasyona Pêşmerge li Qereçoxê bi dawî hat
Fermandarê Eniya Guwêr-Mexmûr a Hêza Pêşmerge, Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand, “operasyona Qereçox ku têde Hêza Pêşmerge bi alîkariya hevpeymanan jibo kontrolkirina Çiyayê Qereçoxê encam da, bi dawî hat.”
Sîrwan Barzabî da xuyakirin: “Di operasyonê de 31 bingehên çekdarên DAIŞê hatin bombebarankirin û 14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin. Ew pêgehên DAIŞê ku li navçeyê hebûn, hatin têkbirin û neman.”
Herwiha Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê jî derbarê operasyona Qereçoxê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand: “Karê hevbeş ê navbera hêzên iraqî, di nava wan de pêşmerge, bi piştevaniya hevpeymanan bû sedema wê yekê ku sitargeha aram a DAIŞê li navçeyên çiyayî yên Mexmûrê bihên jinavbirin.”
Fermandarê Giştî tê Operasyonên Taybet ên Hevpeymanan, General James Gerard ragihandiye, hêzên hevbeş bi başî hatine perwerdekirin û berdewam dibin li ser dîtin û nehêlana DAIŞê li her cihekê.
Çiyayê Qereçoxê dikeve Deşta Qerac a li sînorê Mexmûrê û hevsînorê gundên bakurê qezaya Hewîce ya Kerkûkê ye. Çiyayê Qereçox sînorên her çar parêzgehên Hewlêr, Neynewa (Mûsil), Kerkûk û Selahedînê bi hev ve girêdide.
Rudaw
