• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amara kuştî û birîndarên xwepêşandanên Îraqê hat belav kirin

Amara kuştî û birîndarên xwepêşandanên Îraqê hat belav kirin
amara kuştî û birîndarên xwepêşandanên Îraqê hat belavkirin
Duh polîsê Îraqê daxuyaniyek weşand û têde behsa amara kuştî û birîndarên xwepêşandanên li parêzgehên Başûrê Îraqê kir.

Li gor daxuyaniya polîs di encama pevçûnên di navbera xwepêşander û hêzên ewlekarî de li sê parêzgehên Başûrê Îraqê de bi giştî 5 xwepêşander hatine kuştin.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku 318 kesên din jî birîndar bûne ku 190 ji wan xwepêşaner û ewin din jî endamên hêzên ewlekarîne.

Hêjayê gotinê ye ev zêdetir ji yek hefteye li Başûrê Îraqê xwepêşandan tên kirin û car car jî pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlekarî de der dikeve.

Top