Li Bexdayê her cure çalakî û xwepêşandan hat qedexekirin
Alozî û xwepêşandanên ku ev çend roj in li deverên başûr yên Iraqê dest pê kirine, didomin. Heta niha herî kêm 4 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.
Polîsê Bexdayê jî îro ragihand, her cure xwepêşandan û çalakî li Bexdayê qedexe ye û kî vê fermanê binpê bike dê yekser were girtin.
Polîsê Bexdayê daye zanîn, eger kesek pankartekî jî hilde yan li ser dîwaran siloganan binivîse dê were girtin.
Basnews
