• Wednesday, 25 February 2026
logo

Ji ber baranê li Hewlêrê lehî rabû

Gulan Media January 13, 2022 Nûçe
Ji ber baranê li Hewlêrê lehî rabû

 Ji ber baranbarînê lehî li çend taxên Hewlêrê rabû û beşek ji welatiyan bi riya Rûdawê daxwaza alîkariyê û bi hawarçûnê dikin. Li Hewlêrê herwiha ji berana zêde deriyê dibistanan jî hatin girtin.

Li gorî dîmenên ku ji Rûdawê re hatine şandin, şeva derbasbûyî, baraneke zêde li Hewlêrê bariya ye û ji ber wê li taxên Teyrawe, Şoreş, Nûseran, Gulan, Eynkawa û li cadeya 100 metrî asta avê  bilind bûye.

Rêvebiriya hatûçûya Hewlêrê jî dibêje: "Em hemû ajokar û welatiyan hişyar dikin ku lehî li hin kolanên bajêr û derdora wê çêbûne, ji ber vê yekê ji kerema xwe hewl bidin ku xwe ji cihên av zêde kom bûne biparêzin û rêyên alternatîf bikar bînin.”

Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Hewlêrê di daxuyaniyekê de dibêje ku bo parastina can û selamtiya xwendekar û mamosteyan wan biryar daye ku ezmûnên îro bo roja Şemiyê li paş bixin.

Ev biryara idareya serbixwe ya Soran lixwe nagire.

 

Rudaw

Top