Şarazayekî yasayî: Serokomar tenê bi razîbûna Serok Barzanî ve tê diyar kirin
Şarazayekî yasayî yê Iraqê radigehîne serokomarê Iraqê tenê bi razîbûna Serok Barzanî ve dikare bê diyar kirin.
Şarazayê yasayî yê destûrê yê Iraqî Tariq Herb di hevpeyvîneke televîzyonê de ragehand: ‘’Birêz Mesûd Barzanî kî wek berbijêr nîşan bide ji bo peywira serokomariya Iraqê, dê piştevaniya Helbûsî û Sedir jî wergire.’’
Tariq Herb ragehand: Berbijêrê serokomar nayê pesend kirin, tenê bi rezamendî û berbijêr nîşandana ji aliyê Birêz Barzanî ve nebe, her berbijêrekî din re ne Sedir û ne jî Helbûsî wî napejirînin.
Şarazayê yasayî yê Iraqê piştrastiya xwe ya ji bo serkeftina her berbijêrekî ku ji aliyê Serok Barzanî ve piştevanî lê tê kirin diyar kir û ragehand: Ew kesê ku Serok Barzanî wek berbijêr nîşan bide û piştevaniyê lê bike, ne tenê dê bibe serokomar, herwaha dê peywira serokomariyê jî careke din aktîv û çalak bike.
Derbarê navê dubare ji bo peywira serokomarê Iraqê jî Tariq Herb got: ‘’Bi ti awayekî navê dubare nabe, eger birêz Barzanî biryar bide,Sedir û Helbûsî dê deng bidnê.’’
Basnews
