Li çiyayê Qereçoxê operasiyonek li dijî DIŞIê hat meşandin
Duh operasiyonek li dijî terorîstên DIŞIê meşandin.
Li gor jêderên leşkerî di encama operasiyona han de yaku çend seatan dom kiriye, balefirên hevpeymaniya cîhanî çend cêyên terorîstên DIŞIê bordiman kirine û hêzên pêşmerge jî di warê bejayî de karîne çend xal û cêyên steratejîk ku ji aliyê erorîstên DIŞIê ve dihatin bikaranîn kontrol kirine.
Jêderên ewlekarî behsa vê yekê dikin ku di operasiyona îro ya çiyayê Qereçoxê de hijmareke terorîst hatine kuştin û hijmareke din jî birîndar bûne û dest bi ser hijmareke zêde çek û cebelxaneya terorîstan de jî hatine girtin.
