• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Nîjerya Dêr hilweşiya û 10 kes mirin

Gulan Media January 12, 2022 Nûçe
Li Nîjerya Dêr hilweşiya û 10 kes mirin

Li eyaleta Delta ya Nîjeryayê ji ber dêr a 3 tebeq hilweşiya, li gor agahiyên destpêkê 10 kesan canê xwe ji dest dane.

Berpirsê tenduristiya eyaleta Delta ya Nîjeryayê Dr. Ononye Mordî ragehand, li herêma Okpanam a eyaleta Delta dêrekî 3 tebeq hilweşiyaye û herî kêm xwe gehandine termê 10 kesên di bin xirbeyan de mane û 8 kes jî hatine rizgar kirin.

Mordî got, xebatên rizgar kirinê berdewam dikin û birîndar jî tên derman kirin. Lê nîgeranî heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Hat ragehandin di dema hilweşandina dêrê de zêdetirî 50 kesan li wê derê amade bûne.

 

Basnews

Top