HPG: 8 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya HPGê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê 8 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya HPGê da zanîn ku roja Yekşemê ji du aliyan ve êrîş birine ser Girê Lêlkan ê navçeya Biradost a ser bi bajarokê Sîdekan û Başûrê Kurdistanê û 8 leşkerên Artêşa Tirkiyê hatine kuştin.
Herwiha radighîne ku topxaneyên Tirkiyê nevçeyên derdora gundê Nosîne û Lêlkan topbaran kirine û di encama topbaranê de zarokekî bi nave Mihemed Marûf canê xwe ji dest daye.
Rudaw
