Qaymeqamê Mexmûr: Pirsgirêka hawirde kirina xorak û tiştan bo nav Mexmûrê me çareser kir
Ev heftiyeke hêzên Iraqê li rawestek û rêbendên sînorê qeza Mexmûrê bi bahaneyên cuda cuda rê nedidan, bi taybet ji Hewlêrê ve tiştên xwarinê yên wek goşt, sebze û fêkî biçin nav Mexmûrê.
Îro kasibkarên Mexmûrê li hember wê pêkanînê nerazîbûn nîşandan û xwepêşandan kirin û daxwaz kirin ew dorpêç bê rakirin.
Qaymeqamê qeza Mexmûrê jî îro 11.01.2022yê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Me karî wê pirsgirêkê çareser bikin. Demekî kurt berî naha me li gel fermandariya proseya leşkerî ya Nînowa axaft û herwaha wî jî li gel fermandariya proseya hevbeş axivî. Wek min ragehandî ew pirsgirêk me çareser kir û ji aliyê me ve hin wesayîtên barhelgir dê bên destnîşan kirin bo anîna pêdiviyên qeza Mexmûr û nahyeya Qeracê.’’
Herwaha got, êdî ji Hewlêr û cîhên din ve jî tiştên xwarinê yên wek sebze û fêkî û goşt dê bê nav Mexmûrê. Di bi wan wesayîtên ku em destnîşan bikin ve dê rêpêdana hatûçûnê dê ji wan re bê dayîn û tiştan bînin.
Basnews
