• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Çaksazîyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû sedem em bihêztir şerê gendeliyê bikin

Gulan Media January 11, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Çaksazîyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû sedem em bihêztir şerê gendeliyê bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de kêfxweşiya xwe ji bo derxistina Iraqê ji lîsteya welatên ku metirsiya mezin a spîkirina pereyan li ser e, nîşan da û pêşwazî li vê biryarê kir.

Di peyama Serokwezîr de hatiye diyarkirin: “Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê darayî ya giştî de û şêwazên encamdana girêbest û rêkarên danûstandina bazirganî ya li deriyên sînorî û firotina petrolê bi awayekî zelal û şefaf ku ji aliyê kompaniya Deloitte ve hûrbînî tê kirin, bûne sedema wê yekê ku em bihêztir şerê gendeliyê bikin.” 

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ez pêşwaziyeke germ li biryara Yekîtiya Ewropayê dikim ji ber derxistina Iraqê ji lîsteya welatên ku metirsiya mezin a spîkirina pereyan li ser e. Di van salên dawî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya li Bexdayê, bi hemahengiya ligel hevbeşên me di civaka navdewletî de, bi hev re kar kirine ji bo rûbirûbûna alîkariya darayî ya terorê û torên tawanê, di nav wan de jî encamdana zêdekirina eşkere û danûstandin û karûbarên neyasayî yên bi diravan.

Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê darayî ya giştî de û şêwazên encamdana girêbest û rêkarên danûstandina bazirganî ya li deriyên sînorî û firotina petrolê bi awayekî zelal û şefaf ku ji aliyê kompaniya Deloitte ve hûrbînî tê kirin, bûne sedema wê yekê ku em bihêztir şerê gendeliyê bikin û herwiha me kariye bi awayekî baştir, çavdêriya dahatên xwe bikin bi rêya girêdana saziyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi sîstema banka cîhanî. Niha jî bi rêya pêşvebirina hemahgengiya darayî û veberhênanê ligel Yekîtiya Ewropayê, encamdana çaksaziyê li sektora bankî hêsantir dibe ji bo berjewendiyên giştî.

Ji bo me li Kurdistanê, ev biryara Yekîtiya Ewropayê pêngaveke taybet e. DAIŞê hewl da û şikest xwar di têkdana jiyana me de. Loma em li sengerên pêş, hewlên navdewletî ne, ji bo jinavbirin û jiholêrakirina hewlên bidestxistina piştevaniya darayî û xweperedarkirina ji aliyê rêxistina terorê ya DAIŞê ve, ev jî di çarçoveya Grûpa Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo rûbirûbûna peredarkirina DAIŞê de.

Me ev guhertin ji bo baştirkirina siberoja xwe encam dane, çimkî eger me ev çaksaziyên aborî û xwerêkûpêkkirinê nekiribana û rûbirûyî kêşeya bazirganî ya neyasayî nebûna, niha ev derfet pêk nedihat, da ku em ligel hevrêyên xwe yên li Ewropayê hemahengiyê bikin. 

Ev serkeftina ku me îro bi dest xistiye, herwiha ligel nasîna Ewropayê bi hewlên hevbeş ên Hewlêr û Bexdayê, divê handereke zêdetir bibe ji bo pêşvebirina hemahengiya navbera me ji bo dabînkirina siberojeke geş a aborî bo nifşên me.

Ez bawer im ev dê bibe werçerxanek di pêngavên Kurdistanê de ber bi pêşerojeke cîhanî û asûde û aram ji bo xelkê Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

 

Basnews

Top