• Tuesday, 17 February 2026
logo

Xwenîşanderan êrişî Heyder Ebadî kir

Xwenîşanderan êrişî Heyder Ebadî kir
Bi merema aramkirina xwenîşanderan Heyder ‘Ebadî li Besraye lê di vîdyoyekê da ku li torên civakî belav bûye xwenîşander êriş dikene ser wî û zêrevan wî di revînin.
Wek di vîdyoyê da tê dîtin xwenîşander êriş dikene serokwezîrê Îraqê Heyder ‘Ebadî û her zû zêrevanên wî ji dergehê hotêla Şîraton li Besra derdêxin û xwe dikene çeper ji bo xwenîşanderan, xwenîşander jî bi gotinên cuda gazî ‘Ebadî diken.
Taku diçe xwenîşandan li hejmareka parêzgehên Îraqê berifreh dibin, hikumetê jî bo kontrolkirina rewşê çendîn hêz rewaneyî wan parêzgehan kirîne û di nava xwenîşandanan jî da kuştî û brîndar jî hene.

Waar.tv
Top