• Tuesday, 17 February 2026
logo

Berpirsekî PDKê: Sedî 85ê xelkê Şingalê koçberî herêma Kurdistanê bûne!

Berpirsekî PDKê: Sedî 85ê xelkê Şingalê koçberî herêma Kurdistanê bûne!
Berpirsê baskê Şingalê yê PDKê ragehand, milîsên Heşdî Şeibî rê ji vegera qaymeqam û encûmena rewa ya bajar re nade.

Îro 16.07.2018ê Berpirsê baskê Şingalê yê PDKê Qadir Qaçax ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewşa ewlehiya bajarê Şingal û derdora wê xirabe. Heta naha herçend xelkê Şingalê û rêveberiya rewa ya bajar daxwaza derketina wan jî kiribe, milîsên Heşdî Şeibî û çekdarên PKKê dinava Şingalê de ne.’’

Herwaha got: ‘’Naha heşdî Şeibî rê nade qaymeqam û encûmena rewa ya bajar vegere û wan bixwe îdare û rêveberiyek ne yasayî li bajar pêkanîne.’’

Derbarê koçberên Şingalê de jî got: ‘’Heta naha sedî 85ê xelkê Şingalê li herêma Kurdistanê koçber in û ji ber reftarên Heşdî Şeibî nikarin vegerin ser erdên xwe.’’

Basnews
Top