Serdana Lambrecht bo serbazên Almanyayê yên li Hewlêrê
Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Christine Lambrecht duh, 09/01/2022, gihişt Hewlêrê û serdana serbazên Almanî jî kir û spasiya derbirî bo “hewlên Kurdistanê” yên “li dijî terorîzm û DAIŞê.”
Christine Lambrecht, piştî civîna li gel Serokê Herêma Kurdistanê serdana binkeyeke leşkerî ya li Hewlêrê kir ku şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê li wir dimînin. Piştre Lambrecht di konferanseke rojnamevanê de ragihand, “şerê DAIŞê şerek nîne ku tenê bandora wê li ser vê herêmê hebe, lê belê bandorê li me hemûyan dike.”
Rudaw
