• Tuesday, 17 February 2026
logo

Xwendekareka Kurd bi eşkenceyê hate kuştin

Xwendekareka Kurd bi eşkenceyê hate kuştin
zextên li ser Kurdên Rojhilatê zêdetir bûne
Li girtîgeha Îranê bi eşkence kirinê hatiye kuştin.

Li gor jêderên Rojhilatê Kurdistanê keça Kurd ya bi navê Meryem Ferecî ku li Tehranê zanîngeh dixwend, ji aliyê îtlaata Îranê ve hatibû binçavkirin.

Piştî demekê di girtîgeha îtlaatê de maye û beriya 9 rojan ti zaniyarî li ser vê ne dihatin stendin û pişt re termê vê hatiye dîtin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku cerbandinên DNA ew yek îsbat kirine ku ew cenazeya han ya Meryem Fereciye ku temena vê 33 sale û bi eşkenceyê hatiye kuştin.

Top