PDK û YNK lîsteke hevbeş bo daxwazên Kurd amade dikin
Biryar e roja Duşemê 16ê vê mehê polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo guftûgokirina li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê li Hewlêrê bicivin.
Jêderekî pilebilind ji K24ê re ragihand, tevî guftûgokitina li ser hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê, biryar e di civînê de reşnivîsek derbarê daxwazên Kurdistanê derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de amade bikin.
Biryar e jî, komîteke hevbeş jî pêk bînin ji bo guftûgokirina ligel aliyên Iraqî ji bo çespandina daxwazên gelê Kurdistanê di kabîneya dahatî ya hikûmeta Iraqê de.
K24
