• Tuesday, 17 February 2026
logo

PDKÎ: Li Kirmaşanê herî kêm 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

PDKÎ: Li Kirmaşanê herî kêm 2 pasdarên Îranê hatin kuştin
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, li devera Hewraman ya Rojhilat hêzên wan êrişî pasdarên Îranê kirine û herî kêm 2 pasdar kuştine.

PDKÎ di daxuyaniyekê de ragihandiye, duh danê êvarê li bintara çiyayê Şaho li kêleka bajarê Pawe li parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê, pêşmergeyên wan êrişî tîmeke pasdarên Îranê kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, piştî êrişê di navbera her du aliyan de şer derket û di encamê de herî kêm 2 pasdar hatin kuştin.

Ji aliyekî din, çavkaniyên nêzîkî pasdarên Îranê dane zanîn ku şer li devera Nudşe ya Kirmaşanê di navbera pasdaran û “komek terorîst” de (qesta wan pêşmergeyên Rojhilat in) şer derketiye. Di wî şerî de herî kêm “3 terorîst” hatine kuştin û yek jî birîndar bûye, tenê pasdarek hatiye kuştin!



Basnews
Top