• Tuesday, 17 February 2026
logo

14 serkirdeyên cîhanê di yariya dawiyê de ya Mondiala 2018 amade dibin

14 serkirdeyên cîhanê di yariya dawiyê de ya Mondiala 2018 amade dibin
Li gor daxuyaniya ofîsa rojnamevanî ya Krimlînê ragihandî biryare sibe Serokê Rûsya Vladîmîr Putin û serkirdeyên 14 welatên cîhanê li yarîgeha Luzhniki ya Moskoyê kom dibin û li yariya dawiyê ya di navbera Kirwat û Fransayê temaşe dikin.

Krimîlê da zanîn, ji bilî Serokê Fransayê Emmanuel Macorn û Seroka Krwatyayê President of Croatia Kolinda Grabar-Kitarovic, Emîrê Qerterê, Serokê Sudanê, Serokê Filestînê û hejmarek ji serok û serokwezîrên welatên Yekîtiya Sovyêt a berê, ji bo yariya dawiyê ya Mondiala Rûsyayê amade dibin.

Biryar e sibe demjimêr 17:00 yariya dawiyê ya Mondiala 2018an li yarîgeha Luzhniki ya Moskoyê di navbera Krwatiya û Fransayê de birêve biçe.

Çapa 21emîn ya Cama Cîhanê a Topapê (Mondiala 2018) li Rûsyayê bi yariya Rûsya û Siûdiye li Moskoyê roja 14ê Hezîranê li heman yarîgeha Luzhniki dest pê kiribû.

Basnews
Top