• Wednesday, 25 February 2026
logo

Şandeyekî hevbeş a PDK û YNKê li Bexdayê ne

Gulan Media January 7, 2022 Nûçe
Şandeyekî hevbeş a PDK û YNKê li Bexdayê ne

Îro şandeyekî polîtburoya PDKê û YNKê geheştin Bexda û biryare demjimêr 12:00ê li binkeyê nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bicivin.

Peyamnêrê BasNewsê ragehand, îro 07.01.2022yê şandeya PDKê bi serokatiya Hoşyar Zêbarî û şandeya YNKê jî bi serokatiya Îmad Ehmed ve geheştin Bexda û îro li binkeya nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê civîna hevbeş encam bidin.

Herwaha aşkera kir ku PDK û YNK li Bexdayê bi hevbeşiya li gel aliyên Iraqê bi taybet şîeyan gotûbêjên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê dê bikin.

Herdu şandeyan rêziknameyekî hevbeş ji bo gotûbêjên li gel aliyên Iraqê pêkanîne, bi taybet derbarê pirsgirêkên darayî û siyasî û destûrî de yek nêrîna wan heye û derbarê peywiran de jî dixwazin bi hevbeşî gotûbêj bikin û pêştir dixwazin li ser peywiran bigehin rêkeftinê.

Biryare çend rojên pêş de dest bi guftûgoyên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bikin.

 

Basnews

Top