Li Kerkûkê êrişî çepera Pêşmerge kirin
Çavkaniyekî fermî ji Rûdawê re ragihand, îro danê sibê li parêzgeha Kerkûkê ji aliyê kesekî nenas ve teqe li çeperekî Hêzên Pêşmerge hatiye kirin û di encamê de pêşmergeyek bi sivikî birîndar bûye.
Îro li Bendava Xase û li gundê Koçek çekdarên nenas teqe li çeperekî Hêzên Pêşmerge kirin.
Derbarê bûyerê de Fermandarê Lîwaya 114 a Hêzên Pêşmerge, Serkewt Çimenî ji Rûdawê re ragihand, “2 gule ji cihekî nediyar ve ber bi hêzên wan ve hatine avêtin û di encamê de pêşmergeyek bi sivikî birîndar bûye.”
Fermandarê Lîwaya 114 a Hêzên Pêşmerge herwiha got, “Pêşmerge di nav çepera xwe de di amadebaşiyeke temam de ne û diyar kir, "Me bersiv da û êrîşkar reviyan.”
Di rûpela facebookê ya gund de hatiye îdiakirin ku ew pêşmerge bi çeka sekvanî (qenas) birîndar bûye.
Heta niha ti aliyekî berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.
Rudaw
