DAIŞê dest danî ser navçeyeke xwedî petrol!
Li gor nûçeya malpera Sky News îro 14.07.2018ê çekdarên DAIŞê êrîşek tund kirin ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê yên nêzîk gundê Hecîn ê parêzgeha Dêrezorê.
Li gor zanyariyên ku hatin belav kirin, çekdarên DAIŞê dest danîne ser bîra nefte ya Subeyhan a derdora gund û warên Dêrezorê.
Ev êrîşa DAIŞê piştî bombebarana balefirên şer ên hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê, li hin binkeyên wan ên li navçeyên Suse û Baxozî ya jorîn a nêzîk sînorê Iraqê pêkhat.
Hat ragehandin ji ber wê bombebarana roja 12.07.2018ê hate kirin, 54 çekdarên wê rêxistina terorîst hatin kuştin.
Basnews
