• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li zankoya Selahedîn ya Hewlêrê du kolêjên nû tên vekirin

Gulan Media January 6, 2022 Nûçe
Li zankoya Selahedîn ya Hewlêrê du kolêjên nû tên vekirin

 Li zankoya Selahedîn ya Hewlêrê du kolêjên (fakulte) nû hatin vekirin.

Serokê zankoya Selahedîn ya Hewlêrê, Cewher Fetah Seîd ragehandiye, wan biryar dane du kolêjên nû li zankoya Selahedîn vekin.

Cewher Fetah Seîd da zanîn, yek ji wan kolêjan kolêja arkeolojiyê ye û ya din jî kolêja verterneriyê ye.

Serokê zankoya Selahedîn gotiye, kolêja arkeolojiyê dibe yekemîn kolêj ku li Herêma Kurdistanê di warê şûnwarnasiyê de tê vekirin.

Bi gotina serokê zankoya Selahedîn, kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê girîngiyê dide xwendina bilind û dixwaze derfetên kar bo gencan bixulqîne.

Zankoya Selahedîn ya Hewlêrê sala 1981 hatiye avakirin. Ji 15 kolêjan pêk hatiye û bi vekirina wan kolêjên nû hejmara kolêjên wê dibin 17.

Ji sala 2007 ve jî zankoya nojdariya Hewlêrê û zankoya Soran jê cuda bûne û bûne du zankoyên serbixwe.

 

 

Basnews

Top