Îraq: Xwepêşanderan 9 baregehên aliyên siyasî şewitandin
Jêderekî ji wezareta navxwe ya Iraqê tekez kir, ku ji wan baregehên hatine şewitandin, çar bingehên Partiya De’iwe ye, ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike, bingeheke Şepêla El-Hikme ku Emmar El-Hekîm serokatiya wê dike, bingeha Partiya El-Fedîle, bingeha Hevpeymaniya Fetih a Hadî Amirî ku serkirdeyekî Heşda Şeibî ye û nivîsgeha milîsên Esayib Ehl El-Heq ku ew jî beşekî Heşda Şeibî ye.
Derbarê jimara qurbaniyan, wî jêderî ragihand, ku di xwepêşandanên Besra, Zîqar, Mîsan, Kerbela, Wasit de, du kes hatine kuştin û şêst û yek kes birîndar bûne û bêtirî sîh birîndaran endamên hêzên ewlehiyê ne.
Waar.tv
