Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da Fuad Mehsûm
Serokewzîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya birayê serkomarê berê yê Iraqê Fuad Mehsûm, sersaxî da wî.
Duhî birayê serkomarê berê yê Iraqê Fuad Mehsûm, Mihemed Mehsûm li ber nexweşiyê li Brîtanya koça dawî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi vê helkeftê peyameka sersaxiyê arasteyî Fuad Mehsîm kir. Peyama wî wiha ye:
Birêz dr. Fuad Mehsûm, ez ji ber koça dawî ya birayê we rehmetî Mihemed Meshûm, sersaxiyê didim we û malbata we ya birêz û xwe şirîkê xema we dibînim. Xwedayê dilovan ruha wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê jî bide we û malbata we.
Basnews
