• Tuesday, 17 February 2026
logo

YNK pêşbînî dike ku kursiyên PDKê zêde bibin!

YNK pêşbînî dike ku kursiyên PDKê zêde bibin!
Berpirsekî YNKê pêşbînî dike hejmara kursiyên PDKê zêde bibin.

Biryar bû îro 14.07.2018ê proseya bi dest jimartina dengên sandoqên Duhok û Mûsilê destpê bike, lê prose bê ku sedem bê nîşandan bo piştî nîvro hat paşxistin.

Berpirsê malbenda YNKê li Duhokê Dildar Zaxoyî ji malpera Elxed Press re ragehand, dadwerên komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartinên Iraqê, dengên 106 sandoqên ku liberabûn ango doz li hember wan hatî vekirin ên Duhokê û 225 sandoqên Nînowa dê bidest bijmêrin.

Dildar Zaxoyî pêşbînî kir, ku ti guhertinek di jimartina deng û rêjeya aliyan a li Duhokê dernakeve, lê ‘’em pêşbînî dikin ku PDK li parêzgeha Nînowa kursiyek din bidest bixe.’’

Li gor encamên hatin belav kirin di helbijartina parlamentoya Iraqê ya roja 12.05.2018ê de PDKê 25 kursiyên parlamentoya Iraqê bidest xist, ku şeş ji wan kursiyan li sînorê parêzgeha Nînowa bûn û li gor pêşbîniyên wî berpirsê YNKê jî, hejmara kursiyên PDKê li Nînowa dê bibe 7 kursî.

Berî naha piştî proseya bi dest hejmartina dengên parêzgeha Hewlêrê, komîsyona bilind ragehand, encamên dest jimartinê û hejmara otomatik a li Hewlêrê wek yekbûne û ti sextekariyek nehatiye kirin.

Basnews
Top