Omer Fetah: Ya baş ew e ti kes û aliyek bi tenê neçe Bexdayê!
Endamê desteya polîtburoya YNKê Omer Fetah ji BasNewsê re ragehand, naha em bi bicîh anîna biryarên civîna di navbera PDKê û YNKê de pêkhatin ve mijûl in.
Herwaha amaje bi vê yekê jî kir ku, ji bo wî yekrêziya kurdan giring e û baş dibîne ku şandek ji bo Bexdayê bê ava kirin ku ew şand ji hemû kurdan pêkbê û nûnerên wê hemû kurd û Kurdistanî bin. Û ragehand: ‘’Heta naha em beşek in ji Iraqê. Ji ber wê jî giringe em bo çûna Bexdayê li gel yek bin. Eger em yekgirtî bin, pir başe û ti kes û aliyek pêwîste bi tene neçe Bexdayê.’’
Basnews
