HPG: Li herêma Bradostê 10 leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî encama çalakiyên li dijî artêşa Tirk ev agahî parve kirin:
"11'ê Tîrmehê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, gerîla li herêma Bradostê derbên giran li hêzên dagirker dan.
Li dijî leşkerên ku Geliyê Elî Dirêj dagir kirine, gerîla ji 2 baskan ve bi ser çeper û navendên artêşa dagirker de girtin. Di encamê de gelek çeper hatin rûxandin. Di çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin, yek jî birîndar bû.
Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.
