• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Silêmaniyê li gor encamên nû PDKê dengên xwe gelek zêde kirine

Li Silêmaniyê li gor encamên nû PDKê dengên xwe gelek zêde kirine
Li bajarê Silêamaniyê piştî ku deng bi dest tên hejmartin encamên cuda derdikevin holê û PDK ku di rêza dawîn de hatibû nîşandan li gor encamên nû di rêza sêyem de ye.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, li bajarê Silêamaniyê yê Herêma Kurdistanê bi hejmartina dengan a bidest Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) ku weke partiya yekem ratibû ragihandin dikeve rêza duyem.

Piştî ku deng bi dest tên hejmartin tê dîtin ku hejmareke zêde ya dengên Partiya Demorkat a Kurdistanê (PDK) hatine dizîn.

Di hejmartina bidest a di 119 sindoqan de PDK li Silêamnaiyê di rêza sêym de ye û Goran jî weke partiya yekem xuya dike.

Li gor encamên nû yên li Silêmaniyê Goran 1, YNK 2, PDK 3, Nifşê Nû 4, Komel 5, Hvepeymaniya Dadwerî û Demokrasiyê 6 û Yekgirtû jî di rêza 7. de cih digire.

Encamên hejmartina elektironîkî yên 12ê Hezîranê wiha bûn;

YNK: 262 hezar û 128

Goran: 149 hezar û 930

Nifşê Nû: 61 hezar û 638

Komel: 49 hezar û 343

PDK: 46 hezar û 567

Hevpeymaniya Dadwerî û Demokrasiyê: 44 hezar û 978

Yekgirtû: 29 hezar û 161

Parlamentoya Iraqê biryar dabû ku li seranserê welat sindoq hemû bên vekirin û deng bi dest bên hejmartin. Herwiha dengên welatiyên li derve û yên di kampan de û herwiha dengên Pêşmergeyên Kurdistanê hatibûn betalkirin.

Dadgeha Iraqê jî ew biryara Parlamentoyê ya betalkirina dengên Pêşmerge red kiribû û biryar dabû ku deng hemû ji nû ve bên hejmartin.

Basnews
Top