• Wednesday, 25 February 2026
logo

Akşener: Serokomarê bê yê Tirkiyê dê ji Hevpeymaniya Millet be

Gulan Media January 4, 2022 Nûçe
Akşener: Serokomarê bê yê Tirkiyê dê ji Hevpeymaniya Millet be

Seroka IYI Partiyê Meral Akşener ragihand ku serokkomarê bê yê Tirkiye dê ji berbijêrekî Hevpeymaniya Millet be.

Seroka IYI Partiyê Meral Akşener ragihand, 13mîn serokkomarê Trikiyê dê ji bebijêrekî Hevpeymaniya Millet be û ew şaşiyan nakin, her kesê mafê takekî din li wî welatî bixwe, wê baceke giran bide.

Akşnere derbarê rewşa abûrî ya Tirkiyê ragihand ku wê di dema 24 mehan de, serdana 79 bajarên Tirkiyê kiriye, derketiye ku xelkê wan hemû bajaran ji ber vê desthilatê dinalin, li her bajarekî ciwan hene bêkar in, pîşegir û kasibkar dilgiranin, bi milyonan derçûyên zanîngehan bêkar in, di demekê de ku di vê desthilatê de şêwirmend hene ku 5 mûçeyan werdigirin û wiha berdewam kir “Bi îzna xwedê em dê bibin desthilatdar, 13mîn serokkomarê Trikiyê dê ji berbijêrê Hevpeymaniya Millet be. Em dê van xeletiyan nekin, mafê evdan nexwin, yên ku biwxin jî em dê di ber wan de bihêlin.”

Seroka IYI Partiyê amaje bi wê yekê kir ku, di vê sîstema seyr de, wezîr tenê fermanber e û ti biryarek di destî wî de nîne, hemû biryar di destê yek kesî de ne û tenê bi îmzeya wî, hemû kar têne kirin.

Herwiha Akşener dibêje, rewşa welat wiha ye, agir bi canê her kesekî ketiye û her kesek ku diaxive, tê tometbarkirin û cezakirin.

 

Rudaw

Top