Asayişa Kerkûkê: Sala borî nêzîkî 900 êriş û kiryarên terorîstî li Kerkûkê qewimîn
Berpirsê asayişa Kerkûkê dibêje, sala borî li Kerkûkê nêzîkî 900 çalakiyên terorîstî hatin kirin.
Berpirsê asayişa Kerkûkê, Idrîs Refhet ji BasNewsê re got, sala borî 891 çalakiyên terorîstî yên cur bi cur li Kerkûkê hatin kirin. Herî zêde jî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve ew çalakî hatine kirin ku piranî jî êrişên li dijî hêzên Iraqî û gundan bûne.
Idrîs Refhet her wiha got, êrişên terorîstî yên DAIŞê sala borî ji yên salên din cudatir bûn. Metirsiyên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê gelekî zêde bûn û gihîşt wê astê ku êrişî hêzên Pêşmerge jî bike. Ev jî nîşan dide ku metirsiyên DAIŞê li gorî sala 2020 pir zêde bûne.
Berpirsê asayişa Kerkûkê anî ziman jî, ji ber ku deverên jêrîn yên Kerkûkê operasyonên hêzên ewlehiyê kêm bûne, çalakiyên DAIŞê pir zêde bûne. Bi taybet li deverên ku Pêşmerge lê nemane, êriş û metirsî zêde bûne.
Bi gotina wî efserê asayişê, ji ber ku ew hêzên Iraqî yên li Kerkûkê hatine bicîhkirin, ne xelkê wê parêzgehê ne, ji dil berevaniya xelkê nakin û xelk jî vê yekê dibîne û alîkariya wan nake, bi vî rengî DAIŞ jî ji vê yekê sûdmend dibe û êriş dike.
Basnews
