Bi dronan êrişî binkeya serbazî ya Amerîka ya li nav firokexaneya Bexdayê kirin
Bi dronên bombekirî êrişî binkeya serbazî ya Amerîka li nav firokexaneya Bexdayê hat kirin.
Çavkaniyekî ewlehiyê yê hikûmeta Iraqê ragehandiye, îro danê sibê bi du dronên bombekirî êrişî binkeya serbazî ya Vîktoriya, ku hêzên Amerîkî tê de ne û li nav firokexaneya Bexdayê de ye, hat kirin.
Wî berpirsî her wiha da zanîn, her du dron ji aliyê sîstema berevaniyê ya wê binkeyê ve hatin xistin, beriya ku li nav binkeyê de biteqin.
Heta niha hûrgiliyên wê êrişê nehatine eşkerekirin.
Basnews
