Merîwan Wirya Qani: Kurên Newşîrwan Mistefa di nav Gorran de xwedî erd, pare û şîrket in!
Merîwan Wirya Qani di tora xwe ya civakî facebookê de derbarê rewşa Tevgera Gorran a naha de bi tundî rexne li kurên Newşîrwan Mistefa dike û ragehand: ‘’Ew du bendiya ku Gorran jê ava bûye, di rewşa têkçûn û wêranbûneke berçav de ye. Qasê ez agahdar im kurên Newşîrwan Mistefa xwediyê her tiştekê ne, xwedî erd, zevî, pare û şîrket û çapemeniya Tevgera Gorran in.’’
Herwaha got, berê ‘’Kesek ser bi malbata Newşîrwan Mistefa’’ beşek nebû ji pêgeha giring û bingehê desthilatê dinava Tevgera Gorran de. Ne hevjîna Newşîrwan Mistefa, ne jî kurên wî û ne jî kesûkarên wî.’’
Merîwan Wirya Qani dibêje, Gorran di krîzeke mezin a rêveberiyê de ye. Eger zû çareser nekin, bê guman li ser bingehê prensîbên Tevgera Gorran û pêgeha siyasî wê demê dê hemû Tevgera Gorran bixin bin metirsiyeke rasteqîn de.
Basnews
