• Wednesday, 25 February 2026
logo

Demîrtaş: Ez ji bo me hemûyan saleke bê AKP dixwazim

Gulan Media January 1, 2022 Nûçe
Demîrtaş: Ez ji bo me hemûyan saleke bê AKP dixwazim

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş  ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye, bi boneya sala nû li ser hesaba xwe ya medya civakî peyamek belav kir û got: “ Ez ji bo me hemûyan saleke bê zilm, bê bihabûn, bê şelandin û bê AKP dixwazim. Sersala we pîroz be.”

Selahattin Demîrtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve li girtîgeha tîpa F ya Edîrneyê bi hincetên siyasî hatiye girtin, îro Sêşemmê roja dawî ya sala 2021ê, li ser hesabê xwe yê medya civakî ya Twiterê bi boneya sala nû ya 2022ê  peyamek belav kir.

Demîrtaş di wê peyama xwe de dibêje: “Ez qet gotinê virde û wê de nabim. Ez ji bo me hemûyan saleke bê zilm, bê bihabûn, bê şelandin û bê AKP dixawazim. Jixwe saleke wiha bi awayek xwezayî dibe saleke xweş. Wê demê sersala we pîroz be. Sersereyê şima bimbarek bo.”

Li aliyê din hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Başak demîrtaş jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyama sersalê belav kir û di heman demê de piştî 2 salan wêneyekî Selahattîn Demîrtaş bi raya giştî re parvekir.

 

Rudaw

Top