Serokê Herêma Kurdistanê: Me du salên zehmet derbas kir, hêvîdar im sala nû bibe sala xweşiyê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta hatina sala nû ya zayînî peyamek belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê êvarê bi helkefta sala nû ya zayînî, sala 2022, peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:
Sala nû ya zayînî li tevahiya gelê Kurdistanê, bi taybetî li malbatên serbilind ên şehîdan, li Pêşmergeyên qehreman, hêzên emnî, lawan û li Kurdistaniyên derveyî welat, li gelên Iraq û li cîhanê pîroz dikim, hêvîdar im sala xweşî û kameranî û serkeftina di ser kêşe û qeyranan de û bidawîhatina pejik û nexweşiyan be. Hêvî, bextewerî, aramî û pêşketinê, ji bo mirovayetiyê li gel xwe bîne.
Me li Herêma Kurdistanê li gel cîhanê, ji ber pejika kovid-19 û encamên wê, du salên dijwar birê kirin. Di rûbirûbûna terorê de berdewam bûn, rûdan û biserhatên diltezîn ên koçkirinê û bandora xerap ya guherîna keşûhewa û lehiyê me dîtin. Hevsoz û hevxemên malbatên serbilind ên şehîdan û wan hemû kesên ku ezîzên xwe ji dest dane û bi rêz wan bibîr tînîn. Spasiya gelê Kurdistanê dikim ku berevaniyê li qeyran û kêşeyan girtine.
Derbaskirina dijwarî û gefan, parastina maf û destkeftên destûrî û qewareya federaliya Herêma Kurdistanê, niha û paşerojeke baştir ji bo gelê me, kar û berpirsiyariyeke hevbeş û yekrêzî û tebayî û pêkveyî ji hemû hêz û aliyan û pêkhatên Kurdistanê dixwaze.
Li Iraqê jî bi sûdwergirtina ji şaşiyên derbasbûyî, vekirina rûpeleke nû, têgihiştina rastî û îradeya ciddî ya ji bo çareserkirina kêşeyan, hevdû qebûlkirin û hevbeşiya rasteqîne ya me hemûyan di proseya siyasî û birêvebirina welat de li ser bingeha dirust pêwîst e ku bawerî û aramî vegere û bi jiyan û guzeraneke baştir ji bo hemûyan ji niha û paşeroja xwe piştrast bin.
Spasî Hevpeymanî û civaka navdewletî û dostan dikin ku di rûbirûbûna terorê de piştgîrî û hevkariya me kirin. Çemk û bihaya hevbeş me kom dike û pêkve dibin. Wekî herdem amadeyê erk û berpirsiyariya hevbeş in û wekî endameke çalak ya civaka navdewletî û fakterê aramiyê li Iraq û navçeyê dimînîn, Herêma Kurdistanê jî erd û serzemînê pêkvejiyan û lêborînî û firehiyê dibe.
Bi hêvî û geşbîniyê ve li jiyan û saleke nû û paşerojê dinêrîn û sala nû li we hemûyan pîroz bê, her şad û serkeftî bin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.12.2021
Basnews
