Firokeyên şer 28 pêgehên PKKê bombebaran kirin
Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyê, firokeyên şer şeva derbasbûyî 28 pêgehên PKKê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê dane ber bombeyan.
Tê gotin, ku 5 jê li Qendîlê, bi giştî 28 pêgehên li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan, Xakûrkê û Gareyê bûne amanc.
Medyaya Tirkiyê radigihîne bombebaranê 2 demjimêran berdewam kiriye.
Ji aliyê din ve medyaya nêzîkî PKKê jî ev operasyona esmanî piştrast kir û ragihand, ku firokeyên şer li derdora gundê Bêpalanî û Dola Baleyan ên Qendîlê bombebaran kirine.
Bi taybetî piştî têkçûna “Pêvajoya Aştî” ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê artêşa Tirkiyê bombebran û operasyonên xwe yên li nav axa Başûrê Kurdistanê zêdetir kirine.
Rudaw
