Kazimî: Em şanazî bi pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê dikin
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna Encûmena Wezîran de tevî pesndana hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, ragihand: “Em şanazî bi pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê dikin.”
Îro Encûmena Wezîran a Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Mistefa Kazimî civiya, ku ev civîn weke civîna dawî ya Encûmena Wezîran a Iraqê ya îsal tê hesibandin.
Mistefa Kazimî di axaftina xwe de bal kişand ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rola hêzên Pêşmerge di têkoşîna dijî terorê de.
Kazimî got: “Pêwendiyên me ligel Herêma Kurdistana Iraqê, di serdema vê hikûmetê de gelek baş bû ji wê dema 2003an ve û em şanazî bi van pêwendiyan dikin û aloziyên ku hebûn di wê astê de nebûn û gelek nêrînên me hebûn û me karî spas û hemd ji Xwedayê mezin re bi gotûbêj û avakirina regezên baweriyê, wan pêwendiyên aloz veguhezînin bo baştirîn pêwendî.”
Herwiha Serokwezîrê Iraqê pesnê rola hêzên Pêşmerge di têkoşîna dijî terorê de da.
K24
