Ermenistan qedexeya li ser kelûpelên Tirkiyê radike
Ermenistanê biryar da qedexeya hawirdekirina li ser kelûpelên Tirkiyê rake.
Piştî Tirkiye û Ermenistan, ji bo başkirina peywendiyên dualî nûnerên xwe yên taybet diyar kirin, her du aliyan pêngavên nû avêtin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu berî çar rojan gotibû: “Dê nûnerên taybet ên Tirkiye û Ermenistanê li Moskowê bicivin.”
Piştî daxuyaniya Çavuşoglu Wezareta Aborî ya Ermenistanê ragihand, qedexeya hawirdekirina kelûpelên Tirkiyê ku piştî Şerê Karabaxê destpê kiribû ji 1ê Çileya 2022an ve hat rakirin. Wezareta Aborî ya Ermenistanê got: “Biryara gemaroya hawirdeya kelûpelên Tirkiyê nayê dirêjkirin.”
Ermenistanê piştî Şerê Nogorno-Karabaxê, 1ê Çileya 2021ê li dijî kelûpelên Tirkiyê biryara qedexeyê dabû.
Rudaw
