• Tuesday, 17 February 2026
logo

ROJHILAT – Tanker û otobûs lihev ketin û herî kêm 15 kes mirin

ROJHILAT – Tanker û otobûs lihev ketin û herî kêm 15 kes mirin
Derengiya şeva derbasbûyî li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê tankerekî petrolê û otobûsekî rêwiyan li hev ketin û di encamê de herî kêm 15 kesan canê xwe ji dest da.



Bûyer li pêşiya Termînala Sineyê pêk hat û tê gotin, ku tankerekî petrolê ku ji Başûrê Kurdistanê petrol vediguheste Îranê li otobûsekî rêwiyan da. Di dema bûyerê tanker teqiya û agir bi otobûsê jî ket.



Li gorî zanyariyên medyaya Îranê di bûyerê de 13 kesan canê xwe ji dest dane ku 12 kes rêwiyên otobûsê bûne û yê din jî ajovanê tankerê bûye.



Lê şahidên bûyerê jî dibêjin hejmara kuştiyan 15 kes in.



Hê jî bi awayeke fermî amara qurbaniyên bvê rûdanê nehatine ragihandin û nayê zanîn ka çend kesên din birîndar in.



Herwiha ji di dema bûyerê de agir bi çend otomobîlên din ên nêzîkî bûyerê jî ketiye û şewit3ine.



Ji ber vê bûyerê li Sineyê şîna giştî hate ragihandin.

Rudaw
Top