• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Holandayê dicivin

Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Holandayê dicivin
Biryare îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte li Amsterdamê hevdîtinekî pêk bînin.



Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya hikûmeta Holandayê, îro Sêşem (10-07-2018) Serokwezîrê Holandayê Mark Rûtte dê pêşwaziya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bike.



Li gorî daxuyaniyê dê herdu serokwezîr li ser çend mijarekî gotûbêjan bikin.



Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Di hevdîtinê de herdu serokwezîr dê mijara koçberan, şerê li dijî DAIŞê, aramî û ewlekariya Herêma Kurdistanê, hemahengiya li ser ewlekariya sînoran guftûgo bikin.”



Herwiha hatiye ragihandin, ku mijara çandinî jî dê rojeveke din ê hevdîtinê be.

Rudaw
Top