• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bihêztirîn welatên cîhanê..Israîl di pileya heştan de ye

Bihêztirîn welatên cîhanê..Israîl di pileya heştan de ye
Mlapera Îsraîl bi erebî diaxife ragehand ku, li gor kovara US News belav kirî dewleta Îsraîl di pileya 8an a welatên herî bihêze di cîhanê de û Siûdiyê jî di pileya nehan de ye.

Kovara US New a Amerîkî belav kir ku, welatê herî bi hêz di cîhanê de Amerîka ye û li peyî wê jî Rûsya di pileya duyem de tê destnîşan kirin.

Herwiha ew destnîşan kirin ku, ji aliyê kovara Amerîkî de kêfxweşiyek li cem Îsraîlê peyda kir ku, ew welat li gor wan di pileya 8ê de ye li ser asta cîhanê, herwiha Erebistana Siûdiyê jî li pey Îsraîl di pileya nehan de hat destnîşan kirin.

Li gor heman kovarê Îran li pişiya Tirkiyê di pileya 13an de hat û Tirkiyê di pileya 14an a welatên herî bi hêz di cîhanê de.

Basnews
Top