• Tuesday, 17 February 2026
logo

Senatora amerîkî: Divê em li bakur û rojhilatê Sûriyê bimînin

Senatora amerîkî: Divê em li bakur û rojhilatê Sûriyê bimînin
Senatora Komarîxwaz ê Amerîkayê, Lindsey Graham ji medyaya welatê xwe re ragihand, ku eger ew dixwazin li Sûriyê rê li ber rêyaTehran û Beyrûtê û vegera DAIŞê bigirin, divê hêzên wan li bakur û rojhilatê Sûriyê bimînin.

Senatora navdar û xwedî bandor a Amerîkî got, ku dema ew behsa mana xwe ya li Sûriyê bikin, divê ligel Tirkiyê kar bikin, daku hebûna wan a li bakur - rojhilatê Sûriyê parastî be.

Graham herwiha bi bîr xist, ku niha pisgirêkên Îranê yên aborî hene û divê ew bibin hevalbendê Tirkiye û Rûsyayê, daku bikaribin wan ji Îranê dûr bixin.

Lindsey Graham destnîşan kiriye, gelek rê hene ji bo ku ew bikaribin Rûsyayê ji Îranê dûr bixin, lê ji bo vê jî pêwîst e ku ew li Iraqê û Sûriyê bimînin.

Daxuyaniya nû ya Lindsey Graham di demekê de ye, ku ew senatora komarîxwaz tevî şandeke amerîkî, roja 2ê vê mehê (02-07-2018) serdana Rojavayê Kurdistanê û bajarê Minbicê kiribûn û bi rayedarên her du encûmenên leşkerî û sivîl ên Minbicê re civiyabûn.

Piştî serdana Minbicê, Lindsey Graham serdana Başûrê Kurdistanê jî kiribû û bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anîbû.

Rudaw
Top