• Tuesday, 17 February 2026
logo

Beşek ji hêzên Iraqê ji Şingal û Zumarê vekişiyan; Pêşmerge vedigere?

Beşek ji hêzên Iraqê ji Şingal û Zumarê vekişiyan; Pêşmerge vedigere?
Beşek ji hêzên Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ji Şingal û Zumarê vekişiyane. Fermandarekî Pêşmerge jî dibêje, Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ji dûbara serhildana DAIŞê ditirsin.



Berpirsekî PDKê ku nexwestiye navê wî were belavkirin, ji heftenameya Rûdawê re ragihandiye, ku di destpêka heftiya bihorî de hêzeke zêde ya Iraqê tevî 15 otomobîlên leşkerî yên Heşda Şeibî ji gundê Berdiyê yê ser bi Şingalê ve vekişiyaye.



Bi gotina wî berpirsê PDKê herwiha roja 7ê Tîrmehê jî 2 fewcên Heşda Şeibî tevî çekên xwe yên giran ji navçeya Zumarê vekişiyane.



Wî berpirsê PDKê di derbarê sedemên vekişana wê hêzê de jî gotiye, heta niha sedemên vekişandinê nediyar in, lê gotegot hene ku Pêşmerge vedigere wan navçeyan.



Li aliyekê din, jêdereke berpirs ji Hêzên Pêşmerge jî ji heftenameya Rûdawê re ragihandiye, ku hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ji dubare bihêzbûn û serîhildana DAIŞê ditirsin.



Şingal û Zumar berî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê di kontrola hêzên pêşmerge yên Kurdistanê de bûn, lê piştî êrişa hêzên Iraqê bo ser Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî û rûdana bûyera 16ê Cotmehê, ku hêzên pêşmerge ji beşek ji wan navçeyan vekişiyan, hêzên Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li Şingal û Zumarê bi cih bibûn.

Rudaw
Top