• Wednesday, 25 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: CHP derbarê Erdogan de pirsnameyekê dide parlamentoyê

Gulan Media December 28, 2021 Nûçe
Kiliçdaroglu: CHP derbarê Erdogan de pirsnameyekê dide parlamentoyê

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, rexne li siyaseta aborî ya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan girtin û got: “Erdogan û kesûkarên xwe ji daketin û bilindbûna dolar sûd wergirtin.”

Kiliçdaroglu derbarê krîza aborî, lêpirsîna derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û berbijêriya serokkomariyê de ji rojnamevanan re axifî.

Kiliçdaroglu got: “Serokkomar û wezîrê navxwe dibêjin, Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê kesên pêwendiya wan bi rêxistinên terorê re hene wergirtine kar. Belgeyên rewşa baş a karmendên tên wergirtin, dozgerî didin. Ma MÎTa serokê şaredariyê heye? Ev dewletê jî nizanin. Bi çi aqil û lojikê êrîş dikin? Tehemula ji dest dana hilbijartinên Stenbolê nekirin. Tenê ne ev, guhdariya telefona hemû şaredarên me dikin. Karmendên tên wergirtin, dişopînin. Naxwazin hest bi rewşa aborî ya xirab bê kirin. Dibêjin em şer û pevçûnekê çê bikin, bila xelk hest bi agirê li mitbaxê nekin. Ji bo li ser desthilatê bimînin, dikarin hemû derewan bibêjin û îftirayan bikin.”

Kiliçdaroglu îdia kir ku Erdogan û kesûkarên xwe ji daketin û bilindbûna dolar pere qezenc kirine û got, ji bo Erdogan bersivê bide pirsenameyekê didin parlamentoyê. Kilicdaroglu, hinek pirsên ku dê ji Erdogan bikin wiha eşkere kirin:

1 – Erdogan 22ê Mijdarê bilindbûna diravên biyanî wek “hêza pereyên biyanî ya rikeberiyê” nirxand. Dolar 11 lîre û 5 quruş bû. Erdogan guh neda aborînasên ku digotin “tedbîran werbigrin” Çima li bendê ma dolar bibe 18 lîre û 33 quruş? Çima di şevekê de dest ji vê siyasetê berda?

2 – Rojnameya Hurriyetê “Modela Çînê” ya Erdogan eşkere kir û 3ê Kanûnê wek manşet da. Wê rojê dolar 13 lîre û 43 quruş bû. Çima dest ji modela bi daxistina nirxê lîre berda ku dixwest bi hejarkirinê millet bike hêza kar a erzan?

3- Erdogan bilindbûna diravên biyanî berdewam bi hêzên derve ve girêda. Wezîrê Xezînê yê nû Nureddin Nebati got: “Hêzên derve nînin.” Wê rojê dolar 13 lîre û 86 quruş bû. Erdogan çima li beramber hêzên derve yên dolar ji 8 lîre û 31 quruşan derxistin 18 lîre û 33 quruşan bêdeng ma. Xelk ji aliyê hêzên navxweyî ve di şevekê de hat şelandin.

4 – Şeva 20ê Kanûnê ku Erdogan daxuyanî da, Rêveberê Giştî yê Banka Navendî got: “Nêzîkê milyarek dolar hat guherandin.” Amarên Saziya Bankayan jî berovajî dibêjin, welatiyan 218 milyon dolar pereyên biyanî kirîne. Di vê rewşê de wê şevê kê dolar firotin?

5 – Ji sibeha 21ê Kanûnê heta êvara 22ê Kanûnê ji deriyê piştê yê Banka Navendî 4 milyar û 500 hezar dolar bi tevahî 19 milyar û 100 milyon dolar hatin firotin. Eger Erdogan dê bibêje ev reqem ne rast in, bila bersiva pirsenameya me ya lêkolînê bide.

6- Hebûnên pereyên biyanî yên Banka Navendî li gor 17ê Kanûnê di bin sifirê de 46 milyar û 700 milyon dolar in. Ango di kaseyê de sentek jî nîne. Pereyên xelkê bi emanetî dabûn wan ku ne yên wan bûn li gor kîjan qanûn û rêkaran firotin?

7- Erdogan rojek berî 20ê Kanûnê got, “Ez ê faîzî daxînim, ez misilman im û pêwîstiya `nas`ê çi be ez ê berdewam wê bikim.” Başe tu misilmanî, wê demê çima ji ser dolar faîzê davêjî ser lîreyê Tirkî?

8 – Erdogan bi operasyona kir, ji hejaran stand, da dewlemendan. Te çima pereyên veberhênerên biçûk xwarin Erdogan?

Serokê CHPê derbarê hevdîtina ligel HDPê de jî got: “HDP partiyeke li gor yasayan hatiye avakirin. Em ê hefteya bê bicivin. Em ê bi HDPê re biaxifin. Eger hûn demokrasiyê diparêzin, hûn nikarin bibêjin `Em bi vê partiya siyasî re nacivin.` Eger peywendiya partiyeke siyasî bi terorê hebe, hûn ê tiştê pêwîst bikin. Eger tu nekî, tu tawanbarî. AKP siyaseteke bi vî awayî dimeşîne: Eger HDP nêzîkî wê bibe û piştgiriyê bide wê pirsgirêk nîne. Le, dema ji AKPê dûr dikeve, dibêje peywendiya wê bi PKKê re heye. Dema hûn diçin rojhilat hûn dibin PKKyî, dema tên rojava hûn dibin FETO. Ma ne ev bûn bi FETOyê re hembêz bi hembêz radizan. Di mijara terorê de helwesta me gelekî zelal e.”

 

Top