• Tuesday, 17 February 2026
logo

Duhok - Deriyê sînorî yê Serzêrê dibe navdewletî

Duhok - Deriyê sînorî yê Serzêrê dibe navdewletî
Hikûmeta Kurdistanê dest bi çêkirina jêrxana deriyê sînorî yê Serzêrê kiriye da ku bibe deriyekî fermî û navdewletî.

Berpirsê giştî yê rê û piran li Duhokê, Mehsûm Îbrahîm ji BasNewsê re got, amadekarî tên kirin ku deriyê sînorî yê Serzêrê bibe deriyekî navdewletî û fermî.

Mehsûm Îbrahîm her wiha got, bo vê me jî bûdceyek bi qasî 444 milyon dînar hatiye terxankirin û me bi şîrketeke biyanî re li hev kiriye ku di nav 7 mehan de jêrxana deriyê Zêrê xilas bike.

Berpirsê giştî yê rê û piran li Duhokê da zanîn, sîstema deriyê Serzêrê dê elektironîk be û got, niha rojane nêzîkî 700 rêwî û 150 otomobîl bi deriyê Serzêrê re derbas dibin. Welatî daxwaz dikin ev dergeh 24 saetan vekirî be.

Deriyê sînorî yê Serzêrê di navbera parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê û parêzgeha Colemêrgê ya Bakûrê Kurdistanê de ye.

Eger Serzêrê bibe navdewletê wê çaxê hejmara deriyên navdewletî yên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de dê bibin du derî: Îbrahîm Xelîl û Serzêrê.

Basnews
Top