• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr beşdariyê di merasima destbikarbûna Serokomarê Tirkiyeyê dike

Serokwezîr beşdariyê di merasima destbikarbûna Serokomarê Tirkiyeyê dike
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 09.07.2018 li Anqereyê, li ser vexwandina fermiya Receb Teyb Erdogan Serokomarê Tirkiyeyê digel hijmareke serok, serokwezîr û berpirsên balayê cîhanê, beşdarî di merasima destbikarbûna Erdogan weke serokomarê Tirkiyeyê de kir.

Di marasimê de, Serowkezîrê Herêma Kurdistanê ji aliyê Receb Teyb Erdogan Serkomarê Tirkiyeyê ve hat pêşwazî kirin û civîneke kurt de bi minasibeta destbiakrbûna wî weke serokomar, serokwezîr pîrozbahî li Erdogan kir û her du aliyan tekîd li ser pêşdebirina têkeliyên dostaneyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de kir.

Di çarçoveya wê serdana xwe ya bo Anqereyê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hevdîtin bi; digel Abdula Gul serkomarê berê yê Tirkiyeyê. Binalî Yildirm Serokwezîrê Tirkiyeyê, serokê Sudanê, Mîrê Qeterê, Serokwezîrê Filestînê, serowkezîrê Teteristanê, şandeya Koamra Îslamiya Îranê, şandeya Montenegro, şandeya Îtaliyayê, şandeya Azirbaycanê, wezîr derve yê Tirkiyeyê û wezîrê enerjiyê pêkanî.


Top